Derbarê DOZê de

Weşanên DOZê di payîza sala 1989an de li Stenbolê ji aliyê Ahmet Zeki Okçuoğlu û çend rewşenbîrên Kurd ve hatiye avakirin. Heta wê demê weşanxane, kovar û rojnameyên kurdan di bin kontrola grub û rêxistinan da bûn. Yek ji armanca avakirina Weşanên DOZê rizgarkirina weşangeriya Kurd ji bin bandor û kontrola rêxistinên tenge-grubî û îdeolojiyan bû. 
Wek tê zanîn rêxistinên siyasî ji bona îdeolojî û siyaseta xwe belav bikin karên rojnamegerî û weşangeriyê diken; gelek berhemên baş û kêrhatî li benda çapê bûn lê van rêxistinan girîngiyê nedidanê.
Yekem weşanxane ya serbixwe her bi vê helwesta xwe ya serbixwe, bê ku bikeve bin siya grub û rêxistinekî serxwebûna xwe diparêze.
Weşanên DOZê, bê ku berjewendiyekî grubî û takekesî bikê dest bi weşandina berhemên kêrhatî kir. Bi vê destpêkê berhemên gelek nivîskarên hêja yekem car li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê ronahî dîtin û gihaştine ber destê xwendevanan.
Xebatên li ser gramer, ferheng û fêrkirina kurdî, wêjeyî, çandî, dîrokî û lêkolînên curbecur û siyasî di nav Weşanên DOZê de cih girtine.
Ligel weşandina pertûkan çendîn kovar û rojname jî di nav karên DOZê de bûne. (Rojnameya bi navê Rojname û Çira, kovarên Serbestî û Pelîn)
Ji ber kar û weşanên xwe çendîn berpirsiyarên weşanxaneyê hatine girtin, darizandin û rûbirûyê cezayên giran hatine. Doz û lêpirsînên berdewam, qedexe û astengiyên piralî jî her dom dike.