Zimanê me, zimanê jiyana gundan û koçeriyê

Silêman Demir

Zimanê me, zimanê jiyana gundan û koçeriyê

Heta van salên dawiyê jî zimanê me, zimanê jîyana gundan û koçeriyê bû; her babetê jiyan, kar û afirandinê li wir bi kurdî dibû; zimanê me wilo ava bûbû. Ji xwe şêranî û herikbariya zimanê me ya herî xweş, di zimanê me yê wê jiyanê de bû û niha jî hîna di devê hin salmezinên ku bi wê jiyanê û li wê jingehê mezin bûbûn de ye. Ew herikbariya gotina xweş a rast ku di peyvê û ragihandina ramanê de xwediya hêza ragihandina bi hizir û wêneyan e, bi hezarsalan li wê jîngehê û bi wê jiyanê ava bûbû û bi edebiyata me ya devkî geş bûbû. 

Ji salên 1960an pê ve kurd daketin bajaran; lê li bajaran li tirkî û erebî rast hatin. Bajar ji bo kurdan ne cihên jiyana xweş bûn, ew ji ber feqîrî û zordariyê direviyan û bi dû nan û ava xwe de li vir û dera han diketin. Di wê kaos û kelecanê de rehên wateya jiyan û zimanê wan ji orîjînalîta xwe qut bûn; lewra jî zimanê wan ê resen nikarîbû li bajêr bi wê xweşî û herikbariya ji jiyana wan a gundan û azadiya li çiyan bijiya; di bîst salekî de zimanekî din ê xerabe derket ber wan, zarokên wan jî tirkî bijartin. Ji ber ku xwendin bi zimanê me tune bû, kurdan li her bajarekî devok û zimanekî kurdî yê li gora xwe, ji xwe re çê kirin.  

Van bîst salên dawî, hejmarek xort û xwendeyên kurdan ên ku neketin ber pêla peyva bi tirkî, li ber xwe didin û dixwazin alîkariya kurdî bikin; ev yek baş e, gelekî baş e; lê mixabin ew jî zarokên ku li bajêr, bi kurdiya bajêr mezin bûbûn; tevî ku kurdiya resen nizanîbûn jî hinan dîsa jî karên baş kirin; lê hin jî bi awayekî xwestina avakirinê, lê bêyî ku ew diyalektolojî, ango bi deman re meyla guherînên zimên fam bikin, bêyî ku ew mantiqê zimên ê jiyan û jîngeha wî ya resen fam bikin, bi wê bêdîsîplîniya ku bi hezarsalan bûye bela serê kurdan, bi xwendina çend pirtûkan (û hinekî jî kelecana siyasî û xwestinên wê) ketin kelecana ku ew êdî zimanzan in û hema bi zimanê me lîstin; ji dêvla ku ew li ser bingehê zimanê me yê resen ava bikin, gotin û formên gotinê yên ecêb derxistin ber me; dê û bavên wan jî, ji wî zimanê ku wan ji me re çê kirine, fam nakin. Xebînet e. Niha êdî piraniya kurdan li bajaran dijîn bi derfetên transport û komînîkasyonê, gund jî wek taxên bajaran in, kurd hemû ketine bin bandora rakêşa wî zimanê bajarî ê xerabe. Heger wilo dom bike, bîst sîh salên din, wê kurdiyeke nû derkeve ber me. Ev jî xisareke mezin e, lewra wê tişt û hebûna me ya niha bi hêsanî nikaribin bên xwendin û famkirin.