Çîroka strana Zerga û Mihemedê Seîd Axa

Silêman Demir

Çîroka strana Zerga û Mihemedê Seîd Axa

Sal dora 1950î ye; Mihemedê lawê Seîd Axayê Deqorî li Amûdê heye; (Deqor, navê eşîrê ye) Mihemed xortekî spehî ye, lawê axê ye û li bajêr navdar e. Li gora salixdanên stranê, keça amûdî Zerga wan deman dil dikeve wî, lê Mihemed bi jin e. Zerga vê yekê zane, lê evîna dilê wê har e, sar û qaîl nabe; dibêje û dibilîne:

Hewar li minê, ez çûm Amûda bavê Mihemed waye bi çem e

tivinga destê Mihemedê axê ecemiya kêm derhem e.

Mihemed qurban, soz li ber destê Xwedê,

tu sisê jinan bine, a çaran ez bi xwe me

 

Zerga wilo dixwest û digot, lê wilo nebû, ew nebû jina Mihemed a çaran jî; ew û agirê evîna xwe man ji hev re. Amûdî û xelk û alem, hezkirina wê ya ji bo Mihemed dibihîzin û li hev digerînin; dibe dil û hezkirineke navdar a ser zimanan.

Her çi Zerga ye, ew keça Mihemedê Ebdî, mezinê Eşîra Gebekan e; eşîr li Amûdê û li jêra Amûdê heye; gundê mala bavê wê, gundê Dikê ye, navê malbata wê, mala Mûsilî ye. Li gora ku tê gotin û zanîn, Zerga keçeke spehî û xwende ye; ên ku guh nadin dilê wê û xwestina dilê wê û tên wê dixwazin hene; û rojekê wê didin Seîdê Hecî Şêxmûsê serokê eşîra Gabaran, ew jî li nava Amûdê û li jêra Amûdê hene. Gundê wan Tilhebeş e. 

Zerga dan, lê li gora stranê ew her bi agirê evîna Mihemedê Seîd Axa dişewite. Bi wê eşq û evîna dijwar, bi tisqayê û êşa zirav dikeve; wê radikin nexweşxana Qamişlo ser doktoran, lê Zerga dibêje bav û biran û merevan; dermanên doktoran min rehet nakin, ji bo Xwedê, ka herin bêjin Mihemed axa kekê Terfa, bila bê vir ba min, bila bê serdana min, ez ê bi dîtina wî rehet bibim. Lê Zerga dimire.

Ev çîroka mirina wê ya li gora stranê ye, lê hin jî dibêjin Zerga li malê mir; bû dêya du keçan; sala 1957an gava dikira zikê sisêyan bîne, nikarîbû zaroka xwe bîne, di ber zayînê de mir. Tê gotin ku gava Zerga dimire, Mihemed diçe teziyê, radihije destê mêrê wê, hevxemiya xwe dibêje, sersaxiyê dide wî û dibêje; derew û bêbextî li Zergayê hatin kirin, ew keçeke paqij bû, vaye çû rehmetê, heger tu bixwazî, were ez ê xuşka xwe bidim te. 

Li gora ku li ser zimanan maye, evîna Zergayê, evîneke dijwar, xemgîn û bêveger e, di dilê wê hilnayê, di tu dilan hilnayê û qet sar nabe; bi salan re li Amûdê dibe evîneke balkêş û efsûnî û deng dide, li ser zimanan dibe mijara çîrokan, xelk li ber wê dikevin, bala stranbêjan jî dikişîne û dibe stran. Mitirbekî bi navê Biriko li Amûdê bingehê stranê datîne; Ûsivê Çelebî yê Omerî wê demê li binxetê li gundê Topiz e, ew stranê xweştir dike û belav dibe. Miradê Kinê vê stranê gelekî xweş dibêje. Miradê Kinê stranekê li ser Seîd Axa jî dibêje.

Em xelkê herêmê, nifşê min, çi li binxetê, çi jî li serxetê, wek ku bûyer li taxa me, li ber deriyê me bûbe, em li ber Zerga dikevin û jê hez dikin, em rûmetê didin wê û Mihemedê Seîd Axa; wek ku ew merevên me û zarokên me bin, em ji herduyan hez dikin. Ew şehîdên evînê ne. 

13ê meha berfanbara (meha 11an) sala 1960î, agir bi sînema Amûdê dikeve. Sîneme tije zarokên dibistana seretayî ye. Fehedê lawê Mihemed jî yek ji wan zarokên di sînemê de ye. Gava dibihîze, bi lez diçe sînemê, bi egîtî dikeve hundur nav êgir û carê dudu sisê zarokan ji nav êgir derdixe. Hin jê re dibêjin; heger tu li Fehed digere, vaye ew li vir e, ew ne di nav êgir de ye û agir mezin bûye, bes here hundur, tu dê bişewitî, lê Mihemed dibêje hîna gelek zarok hene, hemû zarokên min in. Tê gotin ku, piştî ew deh pazdeh zarokan ji nav êgir rizgar dike û cara dawî vedigere nav êgir da ku hin zarokên din rizgar bike, mixabin nema kare derkeve, ew jî bi 283 zarokan re, di temenê 32 salî de dişewite û dimire. Loma jî Mihemedê Seîd Axa navdar û egîtekî kurdan e.

Niha Fehedê lawê Mihemed li ser navê wî û malbatê wek rûmetdar heye, zilamekî xwende ye, zanko jî xwendiye; ew niha nêzî 80 salî ye.

Seîd Axayê Deqorî kî ye

Sal 1937 e, wê demê Fransa li Sûriyê dewleta kolonyal e; lê gava di şerê cîhanê yê duyem de li dijî Almanan têk diçe û eşkere dibe ku ew ê ji Sûriyê derkeve, mesîhiyên Amûdê li rastê bêxwedî xuya dikin. Kurd êrîşî mal û dikanên wan dikin wan talan dikin. Fransa li ser wê yekê dixeyide, xuya dibe ku wê bê şerê Amûdiyan. Amûdî li ber fransa dikevin kozikan da ku şer bikin. Li gora hin daneyan, wê demê hejmara şêniyên Amûdê 5000 e.

Wê demê tivingên di destên wan de, hîna ew ên ku di dev re bi paçik û şîşan dihatin dagirtin bûn. Lê fransa bi xweşkêş, teyarê û sîlahên din ên wê demê modern hat wan, mezin û aqilmendên bajêr ji wan re gotin; heyran hûn nikarin bi van tivingên ku libo libo tên dagirtin, bi fransa re şer bikin, berî we tevan bikujin û bişewitînin, kozikan berdin û birevin. Amûdî bi wê gotinê rastiyê dibînin û direvin. Seîd Axa jî hema li cêba xwe siwar dibe û berê xwe dide hêla rohilat, berê wî li Şingalê ye. Rê tune ne, di nav erdan re xurt dajo, ne dereng dikeve koncalekê û asê dimîne; xelk û gundî diçin alî wî û cêba wî ji koncalê derdixin.  

Gava fransa tê ser Amûdê, bi teyaran bimban bi ser bajêr de dibarîne û gelekî ji taxên kurdan dişewitîne. Loma jî gelek caran ji Amûdê re, Amûda şewitî tê gotin. Lê bi piranî Amûda Seîd axa, ya jî Amûda bavê Mihemed tê gotin.

Seîd Axa, wek mahkûmê dewleta fransa demekê li Şingalê dimîne. Piştî ku fransa di şerê cîhanê yê duyem de bi temamî dişke û ji sûriyê vedikişe, Seîd axa ji nû ve vedigere Amûdê. Lê êdî dewleta sûriyê ava bûye, idareyeke despot û kujer heye; kî ne pê re be, tên girtin û gelek tên kuştin jî. Seîd axa nayê girtin û kuştin, lê li gundekî nêzîkî gundên ereban tê bicîhkirin. Seîd axa li wir pez xwedî dike, ew bi xwe diçe ber pezê xwe. Lê ew li ba xelkê mezin û rûmetdar e, axa ye; xelk diçin li Amûdê li wî dipirsin, dixwazin herin serdana wî, lê ew li gundê dûr e. Piştî demekê merev hewl didin û dixwazin wî bibin Amûdê, lê ew naxwaze here; dibêje; ez nema axatiyê dikim; merev dibêjin; heyran xelk tên li te dipirsin, tu axa ye, were; ew dibêje; na, ez nema axatiyê dikim, berê axatî bi camêrî bû, niha divê mirov bi hikûmetê re bike, ez axatiyeke wilo nakim. 

Sala 1963an gava rejîma Bees tê ser hukum, gelek milkên Seîd Axa jê distînin. Wî li gundekî Hesiça (Hesekê), nêzîkî gundên ereban bi cîh dikin. Seîd Axa li wir pez xwedî dike û ew bi xwe şivantiya pezê xwe dike. Tê gotin ku rojeke biharê pezê wî dikeve nav zadan. Polîs tên wî digirin û dibin Hesiça. Wê demê bi xwe, Evdilezîzê Mislit, serokê eşîra ereban Cibûrîyan jî li wir girtî ye. Gava polîs Seîd Axa wek kesekî erzan û nenas diavêjin hundurê girtîgehê, Evdilezîz wî nas dike, ji ber wî radibe, dibêje ”fermo axa” û li ba xwe cîhê rûniştinê şanî wî dike û bi polîsan de dixeyide, dibêje; we çûye Seîd axa aniye û bi vî awayê nizm miamelê pê re dikin; ev Seîd Axayê ku li Amûdê bi Fransa re şer kiriye.

Li gora ku li ser zimanan dihat gotin, Beesê gelek tadahî li Evdilezîzê Mislit kirin û piraniya milkên wî jê stendin. Wan deman gava hîna ez zarok bûm, binxetiyên ku dihatin serxetê ba me, dihatin gundê me yê dor 30 km dûrî tixûb, çîrokên girtina Evdilezîz û tadahiyên ku lê hatibûn kirin digotin. Digotin; piştî gelek lêxistinê, ew tazî dikirin, dims û şêranî di rûyê wî û laşê wî didan, destên wî li pişt wî girek didan û ew derdixistin ber royê da ku mêş li ser wî deynin û wî aciz bikin.

Seîd Axayê Deqorî, sala 1897an çê bûye û sala 1976an li Amûdê miriye û gora wî li Amûdê ye. Deqorî, Gebekî, Gabarî û Mêrsînî eşîrên li der û dora Amûdê û hin ji wan li jortira Amûdê, ango li çend gundên li Tirkiyê jî cîranên hev û tevlihev in. Ji xwe ne eşîrên pir mezin in.

Çend agahiyên di vê derbarê de nerast li ser zimanan hene.

Bi qasî ku bûyer ne pir ji zû ve ye jî, wek hemû bûyer û çîrokên nenivîsî, li ser zimanan guhertî tê gotin.

Her wilo tê gotin ku Zerga dane birayê Brahîmê Temo ê di strana Besna Xelîl de; lê ew ne hemdemên hev in, Birahîmê Temo dora salên 1850 ye, wê birayê wî jî ji wan deman be, lê Zerga di dema 1950 dildar bûye, ev yek nikare rast be.

Her wilo tê gotin ku Seîd Axa bi demançê çûye şerê teyara fransa; ev jî gotineke ku ji ber xwestina mezinkirina Seîd Axa ketiye ser zimanan. Hin dibêjin ku Seîd axa û şervanên xwe bi fransa re şer kirine û wilo şer û şer, heta xwe avêtine pişt girê Kemaliyê li hêla tirkiye; ji wir şer dikin, lê fransa nema wan dibîne û nikare bikeve nav axa tirkiyê û şerê wan bike; fransa ji wir vedigere. Girê Kemaliyê 500-600 metroyan li bakurê Amûdê li hêla tirkan e, girekî biçûk e, li ser rêya Nisêbînê û Kiziltepe ye. Amûdê, dor 30 km li rohilatê Kiziltepe û wilqasî jî li jêra Mêrdînê ye, 30 km li roavayê Nisêbînê ye, dor 500-600 metroyan tenê di binya rê û sînor re ye. 


* Ji bo civandin û amadekirina agahiyên vê nivîsê, ez spasî nivîskaran Konê Reş û Farisê Hilêlikî dikim.