Dr. Husên Hebeş: Zimanname Cild 1 û 2 belgeyên giring ên dîroka zimanê kurdî ne

Dr. Husên Hebeş

Dr. Husên Hebeş: Zimanname Cild 1 û 2 belgeyên giring ên dîroka zimanê kurdî ne

Ev her du berg/cildên bi navnîşana Zimanname 1 û 2 (ziman û netewe – patrizotîzma ziman û welatparêzî) yên nivîsevan Bayram Ayaz roja 6ê gulana 2026an ji min re hatine diyarîkirin.

Dema min dest bi xwendina wan kir, di ber wê re min çiqas rûpel diqulibandin, ewna jî hewasdarî li ba min peydadibû û digot, ka hele em sêrkin, em hîn rastî çi rayên êjdil, çi kesayetên ji min re nas û çi belgehên nû li ser mijara zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê bên. Ez ji zû de rêzdar Bayram dinasim, me hevdu li civînên cuda yên çandî û siyasî  didît, lê ti rojan derfet weha lênehat, ku em bi hevre li ser çand û zimanê kurdî bipeyivin. 

Diyarîkirina van her du berheman û berhema sisiyê jî ya bi sernavê Hestnamê min hîn ne xwendî, ez ê rojekê li wê jî vegerim ta sira wê tê, ji min re rahêjan/nişkî, surprise, Überraschung/bû. Nivîsevan Ayaz destê daniye ser yek ji giringtirîn pirsa heyîn û neyîna gela ye û bi hûrî li ser pirsa zimanê kurdî li Bakurê dinivîse. Rewşenbîrên Kurdistanê çê û neçê wê arîşeyê zanin, li ser xwendine an jî di jiyana xwe de rastî wê hatine û tên. 

Wek tê zanîn, ku ziman hêmanek serekî ye di heyîna her gelekî de û ji kurda re jî ew hîn giringtir e, ji ber ku dijminên wî pir in, lema xwediyê Zimanname 1 û 2 /jivirûhada ZN1 û ZN2 çawa kurtahiya navnîşanê/ji salan de xwe bi kêşeyê ve mijûl kirî û ev berheman belavkirine.

Mamosta Ayaz sê ziman çawan jêder, kurdî, almanî û tirkî bikaranîne, pir wate û pênasînên zimên rêzkirine û bi qasî kaniye mifa ji wan wergirtiye.

Mijara tevî serekîn di van her du pirtûkan de asîmîlasiyon e, ango hemû awa û rêbazên kelîja /deshilat, karbidest, hikumdar/ Tirkiyê bikaranîne û bikartîne li ser bişaftin, nehiştina zimanê kurdî bi taybetî piştî damezrandina komara wan sala 1923an. 

Çi ne ew awa û rêbazêne hatine bikaranîn li dijî zimanê kurdî?

  1. Di destûra dewletê de ti gelên din li Tirkiyê tine ne jibilî gelê tirk û ti zimanên din jî. 

  2. Lema jî ew bi yasayan zimanê kurdî qedexe dikin. 

  3. Asîmîlasiyon di baxçeyên zarokên kurd tê de ne destpêdike, bi perwerdeyî li dibistan, li hemû dezgehên xwendinî ta zanîngeha û piştî wan jî.

  4. Ew keç, kur û jinên kurdan dibin dibistanên tirkî yên taybetî û wan hînî  tirkî dikin di her warekî jiyanê de) binêr ZN1 rûpel  75 /bn r./ (Me jî dibistaneke weha di geştên koma me ye sêcarkî de bona Bakurê bi kurd û elaman re dibistaneka weha dît û bi şagirtên kurd re axivîn.)

  5. Êrîş û propagandayek dijminî di hemî cûreyên medya tirkî de li ser wê babatê tê kirin.

  6. Nasnameya kurdîtiyê wek gunehbariyekê li nav gelên li Tirkiyê tê belavkirin 

  7. Îslametiyê bikartînin bona armanca asîmîlesiyonê, dibêjin, em hemû birayên misilamn in, kurdayetî çi ye, em hemû hevwelatiyên Tirkiyê ne. bn. ZN1 r.76. (di r. 75 ta 76an bi gelemperî ev mêtodina hatine nimakirin).

  8. Asîmîltsiyon bi rêya mûsîka kurdî jî dikin, ku awazên stranên kurdî bi peyvên tirkî belavdikin.

Ev êrîşina li ser zimanê kurdî di dema tirkçîtiya Ittihad û Teraqqî de û pişt re jî di dema Komara Kemalîstan de bi tundî destpêkirî û ta rojên hevdem jî berdewam in,  lê hin caran tiştine perspankirî bona zimanê kurdî ku li cema wan “zimanê zindî” ye raberdikin. Armanca dewleta tirk ji asîmîlasyonê ew e, ew dixwazin têkoşînê bona Kurdistanê çawa hizreke kevn, kevneperist berpabikin, dixwazin nasnameya kurdayetiyê wek gunehbariyê li nav xelkê belavbikin, ew dixwazin gelê kurd tine bikin, ango li Tirkiyê her heqê tirkan heye.

Kurd jî li dijî van planan têdikoşin û doza serbestiya gelê xwe bi her awayekî dikin. Nivîsevan nav û çalakiyên hin kesayetiyên kurdan di pirtûka xwe de tîne, bi taybetî ew ên bona zimanê kurdî dixebitin û hevpeyvînan bi wan re dike. Berhemvaniya wan welatperweran di warên parastin û pêşdabirana wî li Tirkiyê, li Kurdistanê û li Ewropa bi tabetî li Swêdê çi bû ye û belavbûye û dinimîne.

Xwandevan di ZN1 de ji bilî hevpeyvîn bi pisporine kurdan re berhemine din jî ên li ser zimanê kurdî hatine çapkirin, dibîne, bi wê yekê ZN1 formeke din jî çawa kitêbeke xirêstomatî /chrétomáthia, yonanî ye, bi wateya mifadarî ji berhemên din jî wergirtin di monografiyekê de/.  

Bergê dudiyê ji Zimanname Cild 2 berdewamiya ya ZN1 e. Ew bi sernivîsa  “Rewîtiya min a bi zimanê min ê dayîkê, kurdiya şîr û şekir re“ destpê dike. Li vir hezkirin, xebat û jînenigariya Bayram Ayaz ji xwendevan re tê diyarkirin, ew jî ez pir giring dibînim ji van her du berheman, ta bête zanîn, ku xwediyê wan ne ji dervayî arîşeyê hatiye, na ew di maka wê de jiyaye û dijî û di jiyana xwe de nikane kevçiya guhê xweyî birîndar bûyî bona bergirîkirina li zimanê dayîka xwe jibîr bike. Mînayên weha di jiyana pir zimanperwerên kurdan de li tevahiya Kurdistanê pir in, ew jî dinmîne ku dujminên me çiqas ji geşkirina zimanê me ditirsin.

ZN2 xirêstomatiyeke rojnamevanî ye, bi her du janirên rojnamevaniyê, hevpeyvîn bi cuda rengên xwe yên strûktûrî û gengeşeyên ciyawaz berhem xemilandine. Piraniya wan janiran bi kesyatiyên me yê bakurî hatine kirine, ew bi çîrokbêj Ayhan Erkemen destpê dike, bnr. 127 û berdewam dike bi 15 kesên din re hevpeyvîna dawiyê ya Mustafa Aydogan bi Umît Firat re, bnr. 281-293 temam dibe. Rojnamevan B. Ayaz bi du zanyên din re jî Qefqazê re, bnr. 309-325 û bi çar kesayetiyên ji Rojavayê Kurdistanê re jî kirine, bnr. 329-359. Ew berhemina hatine amadekirin, ji ber ku ew pisporina bi kurmanciya latînî dinivîsin. Bi tirkî jî pênc hevpeyvîn hatine çapkirin, bnr. 363-413.

Encam

Ev her du  bergên ZIMANANME jêderine giring in di dîroka lêgerîna li ser zimanê kurdî /kurmanciya bakurî/ û hewildana tunekirina wî li Tirkiyê û herweha li ser têkoşîna dilsozên kurdan bona parastin û geşkirina wî di sedsalên bîstan û bîst û yekê de. Ew ê bibin alîkar ji bona pispor, rewşenbîr û xwendevanên kurdan li zanîngeh û li cuda dezgeyên çandî. 

Bayram Ayaz hîn xalake balkêş li ser zimanê kurdî nîşandide, ku pêdivî dibînim li dawiyê vê lekeya natê sirandin û herdemî  ji helwesta partiyan, cudarêxistin û kesayetiyîna  dimîne, ew jî autoasîmîlasiyona wan e, ango  wan bi xwe ji zimanê dayîka xwe bidûrxistine û rêya pêşxistina zimanê tirkî xwe re kirine armanc.

Ev nivîsa wê ne temam be, eger çend rêz li ser kele-kesyetiyên kurd û yên biyanî ew ên bingehên rêzimanî û bergiriyeke bêhempa li ziman û heyîna kurdan di cuda qonaxên mêjûya kurd û Kurdistanê têkoşan kirine bi hebûn, pêşdabirin û perwerdekirina kurdan û pisporan ji zimanê kurdî re.

 

20.07.2026

Dr Husên Hebeş