Zimanname Cild 2


“Kar û xebat û xizmetên ji bo zimanê kurdî; zimanhezî ye, di heman demê de erkeka mirovî û ji bo me kurdan berpirsiyariyeka neteweyî û niştîmanî ye. Em çi qas ji zimanê xwe hezbikin, zimanê me jî dê ewqas me nêzîkî xelkê me bike, ê xelk û welatê me, bi me bide hezkirin, ked û sefiliya (west û xwîdana ji bo karekî xêrê hatiye dan) me jî di bîreweriya miletê me û dîroka welatê me de cî bi cî bike.

Tiştek vala naçe. Roj tê qencî xwediyê xwe dibîne. Zanîn taca zêrîn e, xizmet serbilindî û rûmet e. Çi tiştê ku tu tê de feydê dibînî, ji bo zimên, bi xelkê xwe re parve bike. Her xizmeta tu ji bo ziman û milet û welatê xwe bikî, dê bibe rûmet û li te vegere. Zû an dereng. Xizmeta ku em ji zimanê kurdî re bikin, dê hişmendiya me dewlemend û me jî bike mirovekî zana û bi qîmet. Ziman; di bin minetê de namîne, xêr û berê, qat bi qat li te vedigerîne.”

Bayram Ayaz

Kurtejiyanek kurt ya rêzdar Bayram Ayaz di nav pêşgotina hêja Eskerê Boyîk de heye û bixwe jî ji kî bûn û ji kî derê hatiye dinê zêdetir dixwaze bi kar û xebata xwe ya ji bona azadî û rizgariya ax û welatê xwe yê dagirkirî bihête naskirin. Ayaz sala 1955an li Licê ya ser bi Diyarbekir hatiye dinê; zarokatî û xortaniya xwe li qezê jiyaye û xwendina xwe ya destpêkê û navîn jî li Licê kiriye. Xwendinên xwe yê din jî li Kırşehir, Diyarbekir û Enqere domandiye. Em jî dizanin ku Mamoste Bayram Ayaz di demên xortaniya xwe de ketiye nav refên şoreşger û kurdperweran û heta niha jî bi van hestên xwe yê welatperwerî û neteweperwerî tevgeriya ye. Bi salan di nav rêxistinên siyasî û sîvîl de xebitiye, bi van kar û xebatên xwe xwestiye xizmeta milet û welatê xwe bike, ax û miletê xwe ji destê dagirkeran rizgar bike. Ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî nêzîkê 45 salane ji welatê xwe yê ku gelek pê ve girêdayî ye dûr ketiyê lê her bi welêt ve girêdayî û di nav peywendiyan de bûye. Bayram Ayaz, bi van hestên xwe yê kurdewar gelek nivîs û gotarên bi naveroka xwe ve têr û tijî nivîsiye û di gelek platforman de weşandiye. Di nav Weşanên DOZê de jî nivîsên wî yên ku di rojnameya Peyama Kurd de hatibûne weşandin bi navê Li Kuçeya Thomas-Mann, dîwana wî ya helbestan a bi navê Hestname û Zimanname Cild 1 heta aniha hatiye weşandin. Nivîskar xwe wek şa’ir yan jî helbestvan nabîne, naxwaze wek helbestvan jî bête naskirin, lewra bi gotina wî: “tenê hestên xwe bi rêzikên ji dilê wî herikîne nivîsiye û derêxistiye ser kaxezê spî.”

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Zimanname Cild 2
Nivîskar / Yazar Bayram Ayaz
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786258546064
Rûpel / Sayfa 416
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Ardıl Batmaz
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,