Bêrîkirin


Bêrîkirina min
di gotinan hilnayê
hisretê dirêse ji bo min,
ez tenê zanim
ew roja di temen de
ku wilqasî li dûr maye
hîna çiqasî nêzîkî min e.

         

Dilê reben  
di bêrîkirinê de digevize
mejî ditevize
dil
dîsa jî te dixwaze.

Silêman Demir

Silêman Demir, sala 1956an li Hebîsê gundê Nisêbînê hatiye dinyê. Malbata wî di dema zaroktiya wî de bar kir Nisêbînê. Wî dibistana navîn û du sal amadeyî li Nisêbînê xwend, lê sala dawîn a amadeyiyê li Farqînê xwend. Bi dû re du sal dibistana mamostetiyê xwend; dibistan temam kir lê wî mamostetî nekir. Ew sala 1985an çû Swêdê; 38 salan li wir jiya û kar kir. Wî ji bilî vê romana di destê we de, di dema jiyana xwe ya li Swêdê de, di ber karê xwe re, şeş roman, lêkolîna li ser jiyana Reşîtê Dengbêj, lêkolîna Hunera Nivîsînê nivîsîn û herweha pirtûkek helbestên Mayakovskî yên bijarte wergerand kurdî. Niha ew 70 salî ye û bi piranî li Diyarbekirê dijî.
 

Berhemên wî yên çapbûyî;  

* Sorê Gulê, Roman, Nûdem, 1997 Stockholm. 
* Koç, Roman, Roja Nû, 1998 Stockholm.  
* Piştî Bîst Salan, Roman, DOZ, 2007 Stenbol. 
* Kassandra, Roman, Avesta, 2009 Stenbol. 
* Li Parka Bajêr, Roman, DO, 2013 Stenbol.
* Serdema Bêbext, Roman, DOZ, 2025, Stenbol.
* Reşîtê Dengbêj, Biyografî&Lêkolîn, DOZ, 2025, Stenbol.
* Hunera Nivîsînê, Lêkolîn, DOZ, 2025, Stenbol.
* Çentak Pere, Roman, DOZ, 2026, Enqere.
* Bêrîkirin, Helbest, DOZ, 2026, Enqere.
 

Wergerên Wî;  

* Şiîrên Bijarte, Mayakovskî, Werger, Nûdem, 1997 Stockholm & Delal, 2022 Enqere. 
* Keça Kurd Zengê, Cemşîd Bender, 1997 Stockholm, Nûdem. (Li gel Firat Cewerî)  

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Bêrîkirin
Nivîskar / Yazar Silêman Demir
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786258546200
Rûpel / Sayfa 95
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Fewzî Bîlge
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi -