Edebiyet


Di pirtûka xwe ya li ser edebiyatê de, Latîf Epözdemir balê dikişîne ser wê yekê ku edebiyat bingeha ruhê neteweyî û nasnameya gelan e; reng û kesayetiya wê jî rasterast bi zimanê ku pê tê afirandin re girêdayî ye. Epözdemir destnîşan dike ku her çiqas zimanê nivîskarekî her carê eslê wî nîşan nede jî, berhem bi kîjan zimanî be ew dibe mal û xezîneya wî zimanî. Di pêşveçûna civakan de roman avahiya hişmendiya hevpar e, destan bîra dîrokî ye û helbest jî hest û derdên kûr ên miletan tîne ziman. Miletekî ku zimanê wî li ber bayê pişaftin û qedexeyê be, bi giyanî birîndar dimîne; ji ber vê sedemê mayîndebûna hebûna neteweyî bi zindîhiştina edebiyat û ziman ve gengaz e.

Li gorî nirxandinên nivîskar, qedexekirina perwerdehiya medreseyan, asîmîlasyon û siyaseta dewletê li Bakur rê li ber afirandina edebiyata nivîskî girtiye. Ji ber ku derfetên nivîsandina romanê hatin sînorkirin, derd û azarên gel berê xwe dan helbest û bi taybetî jî edebiyata devkî. Di vî warî de keda dengbêjan bûye xezîneyek giring; wan destan, stran û zargotinên kurdî ji kûrahiya tarîxê barkirine û gihandine îro. Di heman demê de parçekirina Kurdistanê û bikaranîna alfabeyên cuda jî têkiliya parçeyan û nivîskarên wan ji hev qut kiriye, lê dîsa jî bîra çandî bi saya kevneşopiya devkî li ser pêyan maye.

Latif Epözdemir

Latif Epözdemir di sala 1956an de li gundê Minarê yê ser bi Sêrtê ve hatiye dinyayê. Di sala 1974an de Enstîtuya Bilind a Perwerdeyê, Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî qedandiye. Piştî şeş salên mamostetiyê, di pêvajoya derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de hatiye girtin. Piştî berdana ji zindanê, ji ber ku biryara girtinê ya nû li ser hebû, neçar maye derkeve derveyî welat û berê xwe bide Rojhilata Navîn. Nêzîkî pênc salan li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê maye û di wê heyamê de li Radyoya Dengê Kurdistana Îranê wekî bêjer xebitiye; paşê vegeriyaye Stenbolê.

Di navbera salên 1989 û 1995an de li Stenbolê di bin şert û mercên giran de rojnamevanî kiriye. Di heman heyamê de di nava saziyên sivîl û tevgerên siyasî de cih girtiye; di saziyên wekî Eğit-Der, Eğit-Sen, İHD û HKDyê de xebat meşandiye. Herwiha yek ji damezrênerên Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd-Kav) e û di partiyên wekî HEP, DEP û DDPyê de berpirsiyarî girtiye. Di hilbijartinên giştî yên sala 1991ê de li herêma Bilîsê bûye berendamê parlementeriyê.Epözdemir 16 salan li ser hev di çendîn radyoyan de bernamesazî û pêşkêşvanî kiriye û piştre bûye Berpirsê Giştî yê Weşana Yaşam Radyoyê. Di vê radyoyê û herwiha li Özgür Radyoyê de bernameya çand, huner, wêje û zimanê kurdî ya bi navê Gulistan amade kiriye û bi dehan rewşenbîrên kurd bi awayekî zindî kirine mêvan. Salekê li Düzgün TVyê bernameya Hasbihal meşandiye û nêzîkî salekê jî rêveberiya kovara Esmerê kiriye. Di televîzyona TRT Şeşê de bernameya Gulên Edebiyatê amade û pêşkêş kiriye, moderatoriya bernameya Dengbêj birêve biriye û di rêzefîlma Bayê Felekê de lîstiye.

Wekî gotarvan di çar konferansên navneteweyî û gelek çalakiyên wêjeyî de cih girtiye; pirtûkeke helbestan a helbestvanê navdar Şêrko Bêkes ji kurdî wergerandiye tirkî û di nav amadekarên Festîvala Şiiristanbulê de cih girtiye. Ji ber ked û xebatên xwe yên çandî ji saziyên wekî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Nûbihar û Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê (Xelata Bedirxan), herwiha ji Şaredariya Kadıköyê û Yaşam Radyoyê xelat û bawernameyên spasiyê wergirtine. Nivîsên wî yên li ser dîrok, civak û wêjeyê di kovar, rojname û malperên curbecur de tên weşandin.

 

Berhemên Wî yên çapbûyî
Dili Yasak Şiirler (1991, Weşanên Koral) – Helbest / Tirkî
Diljan (1994, Weşanên Govend) – Helbest / Kurdî
Yasak Aşka Şiirler (1997, Weşanên Berfîn-Bahar / Kora) – Helbest / Tirkî
Gülbahar (1997, Weşanên Berfîn-Bahar / Kora) – Helbest / Kurdî
Tarihin Şiircesi (1997, Weşanên Berfîn-Bahar / Kora) – Helbest / Tirkî
Dilbeyar (2010, Weşanên Veng) – Helbest / Kurdî
Mircan û Morî (2022, Weşanên DOZ) – Raman / Kurdî
Hazanda Yaşamak (2024, Weşanên DOZ) – Bîranîn / Tirkî



Wergerên Wî 
Halepçe’de Martın Onaltısı, Şêrko Bêkes (2009, Weşanên Şiiristanbul)

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Edebiyet
Nivîskar / Yazar Latif Epözdemir
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786258546217
Rûpel / Sayfa 177
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı İclal Uygun
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi -