Amûdê


Jan Dost, bi vê romana xwe, herwekî yên xwe yên berê kurdan bi korbûna wan dihisîne û ewrê avêtiye ser çavên wan dide alî. Bi vê hewldanê, ew bûyera qewimî ji nû ve zindî dike û bi dengê jiyanê ve girê dide. Amûdê: Xwîna Li Ser Minareyê, ne tenê honandineke edebî ya xeyalî ye; ew encama qêrîneke kûr û birîndar e ku ji dilê nivîskar bixwe tê. Jan Dost, berhema xwe li ser hîmê rûdanên rastîn û bîranînên tije êş ava dike. Ew dema heyî û paşeroja wenda hûrhûrî dike; loma barîna hibrê kul e ronkahiya çirayê tarî ye siya sêdarê germ e, bêjinga hûr qul e û tiliya Xwedê şikestî ye. Serîrakirin û wêrekiya wî ya ku bi derfetên edebiyatê li dij korbûnê derdikeve, rexneya wî ya herî tund e.  

Hamid Omerî

Jan Dost

Jan Dost, 12yê Adara 1965an li bajarê Kobaniyê hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobaniyê kiriye. Ji sala 1985an heta 1988an li Zanîngeha Helebê, li fakulteya zanistê beşa Biyolojiyê xwend, lê temam nekir. Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên bi erebî kiriye lê hîn di panzdeh saliya xwe de li zimanê kurdî vedigere. Çîroka wî ya yekem “Xewna Şewitî” sala 1993yan di pêşbirka kurteçîroka kurdî de li Sûriyeyê xelata yekem distîne. Herweha ew çîrok li Tirkiyeyê jî li ser dikê tê lîstin. Ji bilî wê çîrokê, Jan Dost çend çîrokên din jî nivîsîne, wekî “Mistek Ax” ku sala 2007an li Almanyayê bû kurtefilmek, “Rûyekî Şêrîn” û hinek çîrokên din. Ew ji sala 2000an û vir ve li Almanyayê dijî û ji Adara 2009an ve hemweatiyê Almanyayê ye. Li gel romanên wî yên hêja, ew wekî pisporê Ehmedê Xanî, Mem û Zîn û yê wê serdemê tê nasîn. Çend romanên wî bo erebî, tirkî, farisî û soranî hatine wergêran. Ew niha li Hewlêrê dijî û karê nivîskarî û wergêriyê didomîne. Zewicî ye û bavê du zarokan e.

Berhemên Wî

• Mijabad, Roman, Weşanên Belkî, 2003
• Martînê Bextewer, Roman, Weşanên Avesta, 2015
• 3 Gav û 3 Darek, Roman, Weşanên Avesta, 2015
• Kela Dimdimê, Destan, Weşanên Avesta, 2015
• Dîwana Jan, Helbest, Weşanên Avesta, 2015
• Pîrewerger, Roman, Weşanên Dara, 2018
• Naqosên Romayê, Weşanên Dara, 2019
• Kobanî, Roman, Weşanên DOZ, 2024
• Otobûsa Kesk, Roman, Weşanên DOZ, 2024
• Tebeşîra Zer, Roman, Weşanên DOZ, 2024
• Tozistan, Roman, Weşanên DOZ, 2025
• Şerê Dawî Yê General, Roman, Weşanên DOZ, 2025
• Mîrname, Roman, Weşanên DOZ, 2025
• Amûdê: Xwîna Li Ser Minareyê, Roman, Weşanên DOZ, 2026
• Jînenigarîya Xebat, Şam, Dar El Fikr, 2021
• Destxeta Petersburgê, Tûnis, Miskilyanî
• Ellahî; Beyrûd
• Mecnûnê Selmayê, Erebistana Siûdî, Riyaz
• Ew Li Hêvîya Berbangê Ne, Beyrût, El Saqî
• Êsîrê Firensî, Beyrût, El Saqî
 

Werger û lêkolîn

• Mem û Zîn Bi Kurdiya Îro, Ehmedê Xanî, Weşanên Avesta, 2008
• Adat û Risûmatnameê Ekradiye, Mele Mehmûdê Bazidî, Weşanên Nûbihar, 2010
• Ferhenga Kurdistanî, Elî Ekber Kurdistanî, Weşanên Nûbihar, 2010
• Perik, Selîm Berekat, Weşanên Ayrıntı, 2015
• Mehabad, Selîm Berekat, Weşanên Avesta, 1996
• Sirûda Baranê, Bedir Şakir El Seyyab, Weşanên Avesta, 1995
• Ferhenga Hemîdî, Yusif Diyadîn Paşa, Weşanên Dara, 2017
• Şerha Dîwana Meleyê Cizîrî, Mele Ebduselamê Cizîrî, Weşanên Dara, 2018

 

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Amûdê
Nivîskar / Yazar Jan Dost
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786258546231
Rûpel / Sayfa 122
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı İclal Uygun
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi -