Rûmeta Çiyayên Windabûyî


“Ev rêwîtî ne rêwîtiyek betlaneyê ya bêhnvedaneke asayî bû, ji bo avjenî û xwarinê, Lê ew rêwîtiyeke wisa  bû ku çend sal bûn min xwe ji bo wê amade dikir. Rêwîtiyek ku çend armancên wê hebûn: Pêşî min dibe cem hevalê min Firad ê li Yalovayê dijî paşê jî ji wir ber bi Kurdistana xemgîn û himbêza bîranînên zaroktiya min ve. Min dixwest xatir ji bav û diya xwe û hezkiriyên din yên ku koça dawî kiribûn bixwazim. Di heman demê de, min plan dikir ku romana dîrokî ya ku min dinivîsand biqedînim. Roman li ser çarenûsa hin kesan di qonaxên dawîn yên Şerê Cîhanê yê Yekem de bû. Min dixwest romanê bi çîrokên hin zilamên pîr ên ji gundê zarokatiya min, ku bi xwe li wir bûn, û min hêvî dikir ku hîn jî sax bin, biqedînim.

Lê ez çawa dikarim bîranînên gundên şewitî, rûmeta windabûyî ya çiyayan, leşkerên kamuflajkirî yên bi çekên xwe yên ku kişandî, tirsa mirinê ya ku di bin çermê min de diçû, şevên bêdeng yên dirêj û bêdawî, li dû xwe bihêlim.”

Bilal Görgü Şadi

Bilal Görgü Şadi

Bilal Görgü, li herêma Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji dawiya salên 1970yî ve di nava xebatên çapemenî, çand û wêjeya kurdî de cih girtiye. Wî di damezrandina rojnameya Roja Nû de cih girt ku ev weşan piştre li Stockholmê wekî kovar berdewam kir. Di navbera salên 1986 û 1995an de bi hevalên xwe re kovara çandî ya Berhem damezrand û sekreteriya edîtoriya wê meşand; kovar pêşî li Stockholmê û piştre li Enqereyê derket.

Görgü ku ji sala 1999an ve bi awayekî çalak dinivîse, endamtiya PENa Swêdê kiriye û niha endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Di dawiya salên 1990î de di avakirina Weqfa Çanda Kurdî li Swêdê de cih girt. Herwiha serkêşiya projeyeke girîng a pirtûkên zarokan kir ku ji aliyê SIDAyê ve hatibû fînansekirin; di çarçoveya vê projeyê de 160.000 pirtûkên zarokan li Tirkiyeyê hatin çapkirin û li Bakurê Kurdistanê hatin belavkirin.

Di navbera salên 2008 û 2011an de berpirsiyariya kanala televîzyonê ya Kurd 1 li Stockholmê bi rê ve bir. Demeke dirêj di rêveberiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) de xebitî. Bilal Görgü yek ji damezrênerên Civaka Zerdeştiyên Kurdistanê ye ku bi fermî li Yekîtiya Ewropayê hatiye qeydkirin, û niha jî di rêveberiya Konfederasyona Kurdên Diasporayê (DÎAKURD) de kar û xebatên xwe didomîne.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Rûmeta Çiyayên Windabûyî
Nivîskar / Yazar Bilal Görgü Şadi
Wergêr / Çevirmen Adnan Axacan
ISBN 9786258546279
Rûpel / Sayfa 129
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı İclal Uygun
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi -