Zarok û Çîrok


Pirtûka Ramazan Pertev ya bi navê ZAROK Û ÇÎROK – (Destpeka Pedagojiya Kurdî) ji layê weşanxaneya Dozê ve derket. Pirtûk ji du beşan pêk tête. Beşa ewil li ser heyamên geşedaniya zarokan, li ser geşedana ziman, perwerdeya zarokan û li ser hin nerehetiyên heyama zarokatiyê sekiniye. Beşa dudoya jî li ser vegotinên gelêrî û bi taybet li ser çîrokê sekiniye û lêkolaye da ku ev çi bandora xwe hene li ser perwerde û psikolojiya zarokan.

Hin numûneyên vegotinên gelêrî ji layê pskologîk û pedagojik ve hatiye analîzkirin. Di dawiya pirtûkê de 2 testên psîkolojîk hatine wergerandin bo zimanê kurdî da ku dê û bav bi rehetî karibin wan li ser xwe pêkbînine. Herwiha Ferhengokek jî bi sê zimana kurdî (kurmancî) tirkî û îngilizî hatiye amadekirin.
Nivîskarê pirtûkê Ramazan Pertev ji Diyarbekirê ye, danîşmendê psîkologîk e û li ser zimanê kurdî lêkolîn û lêgerînên wî hene.

Ramazan Pertev

Ramazan Pertev

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Zarok û Çîrok
Nivîskar / Yazar Ramazan Pertev
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9789944227476
Rûpel / Sayfa 168
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2009
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı -