"Pirsgirêka Kurd" an Pirsgirêka Kurdistanê


Bi vê pirtûkê, nivîsarên ku di salên 2005-2021ê de hatine nivísandin li ber destên we ne. Mixabin du mamosteyên min nikanîbûn kontrola dawîn çêkin: Evdirehmanê Mahmud (Abdurrahman Önen) û Şemsedînê Mele Necmedîn (Şemsettin Işıklı). Keda her du hevrêyên min di tevahiya xebatên min de xwedîyê cîhekî girîng e. Bêyî wan ez jî ev pirtûk jî kêm man. Hevpeyvîna biyografik (çemkî) ya ji du pirtûkan (Ray, Raman, Bîranîn; Jîyan û Helwest) pêkhatî jî bi keda her du hevrêyan saz bûbû. Heta ku gîyanên me di Asûmanê Kurdistana Serbixwe de bigihêjin hev, ew ê di dil û têkoşîna me de bijîn.

Wek hemû berhemên min, ev berhem jî, encama xebateke kolektív e. Keda heval û hevrêyên min ji ya min bêtir tê de heye. Ji bo vê pirtûkê bi taybetî Nacî Mîr Alî, Ehmed Bîrewer û Metîn Pilûr xwe gelekî westandin. hevrêtîyê de deyndarî tune, sipasdarê wan im.

Di Hin nivîsar 15-20 sal berê hatin nivîsandin. Xwendevan divê nivîsan li gorî dema ku hatine nivîsandin binirxînin. Teqez behane ji şaşîyan re tuneye û bi her hawî berpirsê şaşîyan ez im û ji rexneyan re amade me. Ji xwe yek ji kêşeya me jî ew e ku çand û dezgehên rexnegirîyê li welatê me lawaz in.

Fuad Onen

Fuat Onen

Navê Kitêbê / Kitabın Adı "Pirsgirêka Kurd" an Pirsgirêka Kurdistanê
Nivîskar / Yazar Fuad Onen
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786054765881
Rûpel / Sayfa 322
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2023
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı -