Rist û Çarînên Derd û Kulan û Keserê


Rê Bidin Min
Dikşînim kesera welêt
Rê bidin min behr, çîyano
Mir’nê min ra nekin xelat
Rê bidin min behr, çîyano
 
Dixwazim ku herim wê der
Hember dijmin ez bikim şer
Li tev xuşk û biran tevger
Bikim ez, behr çîyano
 
Ew der warê bav kalan e
Ê Zînê, Memê Alan e
Warê deh hezar salan e
Rê bidin min behr, çîyano
 
Tên bîhra min kevir û dar
Berfa sipî, cotên bihar
Çem kanî û ew avên sar
Rê bidin min behr, çîyano
 

Rıza Çolpan

Rıza Çolpan

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Rist û Çarînên Derd û Kulan û Keserê
Nivîskar / Yazar Rıza Çolpan
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786054765355
Rûpel / Sayfa 192
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2020
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı -