Mircan û Morî


Ziman û raman du tiştên gelek girîng in di jîyana miletan da. Feylezofê alman Heidegger dibêje, “Ziman mala ramanê ye.” Lê em dikarin bibêjin ku ziman çekê neteweyan e, yan jî welat û warê miletan e. Rewşa ku bi seh û rahê miletan hatîye xemilandin, nîşana neteweperwerî, niştimanperwerî û milîbûyînê ye. Ziman ji hacetên herî mezin ê daxuyanî, jîyandin û domandina vê ruh û seha milîye. Zimanê axiftin û nivîsandinê, milet bi hev ra girê dide û dixe girêk. Zimanê axiftinê; ew zimanê rojane û navmalî ye ku em û kesên li derveyî me, ji hev fêm dikin û pêwendîyên bi hev ra dikarin daynin. Lê zimanê nivîsandinê zêdetir ji bo agahdarî û zanyarîyê ye. Hacetên zimanê nivîsandinê jî rojname, kovar û kitêb in. Lewra cîyê wan di jîyana cîvakî da gelekî girînge.

Latif Epözdemir

Latif Epözdemir

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Mircan û Morî
Nivîskar / Yazar Latif Epözdemir
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786054765300
Rûpel / Sayfa 180
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2020
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı -