Kurtedîrok û Kilamên Malbata Kor Hiseyn Paşayê Heyderî û Torinên Mala Şero


Torinên Mala Şero û Eşîra Heyderan di sed sala (Piştî Zayînê) 16an de, ji devera Farqînê hatine Serhedê. Heyderan, kêmî 400 sal e li Serhedê ne û bûne eşîrek Serhedî. Mînak, malbatên Torin nava eşîrên Serhedê de hene û li devera Farqînê tune ne. Mala Şero Torinê Eşîra Heyderan e. Beriya salên 1800î Heyderan zêdeyî li aliyê Dewleta Îranê (Xoy, Qelenî, Makû) diman û hinek salan û havînan derbasî deverên Dewleta Osmaniyan (Zozanê Eledaxê, Bazîd, Ebexê) dibûn. Pêşiya salên 1800î de, devera Ebexê û zozanê wê mintiqê û rêyê ku pez derbasî zozanê Eledaxê, Sîpan û Glîdaxê bin jî, destê Mala Kok Axayê Êzdî de bûn. Eşîrên Kurdên Misliman û Kurdên Êzdî, bi icazeta Mala Kok Axa, ji wan zozanan istifade dikirin. Salên nêzîka 1800î Heyderan di binê seroktiya Elî Xan de (Elî Axayê Mezin) eşîreke bi hez bû. Elî Axa ji Torinên Mala Şero ye, wê malbatê berê de mezinitya Êla Heyderan kiriye.

Feridun Süphandağ

Feridun Süphandağ, sala 1958an li Panosa girêdayî Agiriyê hatiye dinê. Dibistana pêşin û dibistana navîn li Panosê, lîse jî, li Wanê qedandiye. Sala 1982an de li bajarê Tirebzonê Zaningeha Teknik a Behrarêş de beşa endezyarîya sîvîl qedandiye. Di malbetek nava sîyasete de mezin bûye, ji ber wê hemberî meseleya netewî di zaroktîya xwe de hişyar bû û pêketî bû. Kurê Nadir Begê Hiseyn Paşayê Heyderî ye. Niha li bajarê Enqerê dijî.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Kurtedîrok û Kilamên Malbata Kor Hiseyn Paşayê Heyderî û Torinên Mala Şero
Nivîskar / Yazar Feridun Süphandağ
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259519081
Rûpel / Sayfa 131
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2024
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı DOZ
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,