Serdema Bêbext


“Hersê pismaman pişta xwe bi wî awayî dan wan camêran û berê xwe dan ber bi hêla taxa xwe de. Hiso wê çaxê got:

- Pismamê Xelo, min nexwest ez pêş wan camêran li dijî gotina te bêjim û ez niha jî nabêjim, lê welehî divê ez bêjim ku mirovên baş û medenî, piran û dibistanan nateqînin, rêyan xerab nakin, bankê û trafoyên elektrîkê naşewitînin. Lê xuyaye ku nifşekî nezan û ne medenî darê qedera welatê me girtine destê xwe û bi qeder û pêşeroja welatê me û miletê me dilîzin. Ya jî belkî j bo werankirina welatê me, wilo ji wan re tê gotin. Xelo got:

- Teqez wek te ye pismam, baweriya min jî wilo ye, lê ma ka em karin çi bikin. Qedera me li ber çavên me ketiye ser rêya xerabûnê û em nikarin biguherin. Rastî, wek ku min got tiştekî pîroz li vir nema ye, hemû tiştên ku ji bo civatê hene, hedef û nîşangehên şer û pevçûnên xwedîgiravî ji bo welêt in. Em û jiyana me jî hedef û nîşangeh in.”

Silêman Demir

Silêman Demir, sala 1956an li Hebîsê gundê Nisêbînê hatiye dinyê. Malbata wî di dema zaroktiya wî de bar kir Nisêbînê. Wî dibistana navîn û du sal amadeyî li Nisêbînê xwend, lê sala dawîn a amadeyiyê li Farqînê xwend. Bi dû re du sal dibistana mamostetiyê xwend; dibistan temam kir lê wî mamostetî nekir. Ew sala 1985an çû Swêdê; 38 salan li wir jiya û kar kir. Wî ji bilî vê romana di destê we de, di dema jiyana xwe ya li Swêdê de, di ber karê xwe re, şeş roman, lêkolîna li ser jiyana Reşîtê Dengbêj, lêkolîna Hunera Nivîsînê nivîsîn û herweha pirtûkek helbestên Mayakovskî yên bijarte wergerand kurdî. Niha ew 69 salî ye û bi piranî li Diyarbekirê dijî.

 

Berhemên wî yên çapbûyî; 

 

* Sorê Gulê, Roman, Nûdem, 1997 Stockholm. 

* Koç, Roman, Roja Nû, 1998 Stockholm.  

* Piştî Bîst Salan, Roman, DOZ, 2007 Stenbol. 

* Kassandra, Roman, Avesta, 2009 Stenbol. 

* Li Parka Bajêr, Roman, DO, 2013 Stenbol.

* Serdema Bêbext, Roman, DOZ, 2025, Stenbol.

* Reşîtê Dengbêj, Biyografî&Lêkolîn, DOZ, 2025, Stenbol.

* Hunera Nivîsînê, Lêkolîn, DOZ, 2025, Stenbol.

* Çentak Pere, Roman, DOZ, 2026, Enqere.
 

Wergerên wî; 

 

* Şiîrên Bijarte, Mayakovskî, Werger, Nûdem, 1997 Stockholm & Delal, 2022 Enqere. 

* Keça Kurd Zengê, Cemşîd Bender, 1997 Stockholm, Nûdem. (Li gel Firat Cewerî)  

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Serdema Bêbext
Nivîskar / Yazar Silêman Demir
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259538358
Rûpel / Sayfa 266
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Mem Al
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,