“Pirsgirêka Kurd” an Pirsgirêka Kurdistanê 2 Kêşeyên Şoreşa Kurdistanê


“Em nikanin çavê xwe ji guherînên dinyê re bigirin. Dinya guherîye, em mecbûr in biguherin. Em neguherin, stratejîya xwe neguherînin, em ê li pê dinyê bimînin û di vî şerê sisêyan de jî em ê bêdewlet bimînin. Lê heger, li gorî heqîqeta dinyaya nû, em xwe bi rêxistin bikin û hedefên xwe yên  stratejîk û nexşerêya stratejîk bi zelalî xêz bikin, di vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bi yekîtî û serxwebûnê, Kurdistan ê derkeve ser dika dîrokê.”

* * *

“Peyva LENÎN tê bîra me, dibêje: “Kadro pir in, kadro tunin” Kadroyên ku kanin pêşengîyê li şoreşê bikin, kadroyên ku hemû jîyana xwe weqfî şoreşê bikin; ew kêm in. Evana jî ciwan kanin bikin. Rêxistinek pêwîst e ku tenê ji şoreşgeran pêk bê. Ev kadro hem kanin vê hişmendîyê belav bikin û hem li gorî vê hişmendîyê dakevin kolanan.”

Di vê berhemê de, siyasetmedarê Kurd Fuad Onen bi fikr û helwesta xwe ya cudaxwazîyê-serxwebûnxwazîyê berê civata Kurdan dide Kêşeyên Şoreşa Kurdistanê û hewl dide rêya çareserkirina vê mijarê bi berfirehî rave bike.

Fuad Onen

Fuat Onen

Navê Kitêbê / Kitabın Adı “Pirsgirêka Kurd” an Pirsgirêka Kurdistanê 2 Kêşeyên Şoreşa Kurdistanê
Nivîskar / Yazar Fuad Onen
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259538341
Rûpel / Sayfa 368
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı DOZ