Reşîtê Dengbêj


Reşît, carê di destpêka rûniştina gotina xwe de digot: “Ez Reşît im, bavê Kinê me, gurçika gê me, şairê dinyê me, her welatekî perçak jê me, insanê min nehewîne, ez bi zorê mêvanê wê malê me” û xwe dida naskirin.

Bi kurtî Reşît ev bû, lê ez ê bi vê nivîsê û çîroka di derbarê wî de hinekî dirêjtir bibêjim, ez ê wî û hunerê wî baştir bidim naskirin. Lê pêşî ez dixwzim bibêjim ku ez zanim û bi vê zane bûna xwe pabendim ku gava mirov di derbarê miriyan û kesên dîrokî de dibêje û dinivîse, mirov di bin berpirsiyariyeke giran de ye, mirov nikare kêm û ya jî zêde bibêje û divê mirov bizanibe bê mirov çi dibêje, divê gotinên xwe rast bibijêre û bibêje; lewra nivîs û gotarên wisa dîrok in; û wê ev nivîs jî bibe dîrok.

Silêman Demir

Silêman Demir, sala 1956an li Hebîsê gundê Nisêbînê hatiye dinyê. Malbata wî di dema zaroktiya wî de bar kir Nisêbînê. Wî dibistana navîn û du sal amadeyî li Nisêbînê xwend, lê sala dawîn a amadeyiyê li Farqînê xwend. Bi dû re du sal dibistana mamostetiyê xwend; dibistan temam kir lê wî mamostetî nekir. Ew sala 1985an çû Swêdê; 38 salan li wir jiya û kar kir. Wî ji bilî vê romana di destê we de, di dema jiyana xwe ya li Swêdê de, di ber karê xwe re, şeş roman, lêkolîna li ser jiyana Reşîtê Dengbêj, lêkolîna Hunera Nivîsînê nivîsîn û herweha pirtûkek helbestên Mayakovskî yên bijarte wergerand kurdî. Niha ew 69 salî ye û bi piranî li Diyarbekirê dijî.

 

Berhemên wî yên çapbûyî; 

 

* Sorê Gulê, Roman, Nûdem, 1997 Stockholm. 

* Koç, Roman, Roja Nû, 1998 Stockholm.  

* Piştî Bîst Salan, Roman, DOZ, 2007 Stenbol. 

* Kassandra, Roman, Avesta, 2009 Stenbol. 

* Li Parka Bajêr, Roman, DO, 2013 Stenbol.

* Serdema Bêbext, Roman, DOZ, 2025, Stenbol.

* Reşîtê Dengbêj, Biyografî&Lêkolîn, DOZ, 2025, Stenbol.

* Hunera Nivîsînê, Lêkolîn, DOZ, 2025, Stenbol.

 

Wergerên wî; 

 

* Şiîrên Bijarte, Mayakovskî, Werger, Nûdem, 1997 Stockholm & Delal, 2022 Enqere. 

* Keça Kurd Zengê, Cemşîd Bender, 1997 Stockholm, Nûdem. (Li gel Firat Cewerî)  

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Reşîtê Dengbêj
Nivîskar / Yazar Silêman Demir
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259538365
Rûpel / Sayfa 112
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Your Frame Company
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,