Kultur û Neteweperwerî


Neteweperweriya kurdî aniha xwedî projeyekî ji hev cuda, beş bi beş, jêkdabirî û xwedî taybetiyeka herêmgerî ye. Her ji destpêkê ve, her perçeyên xwe di nav cografyayeka civakî û siyasî ya jêkdabirî, lawaz û wêraniyeka kulturî de dîtiye. Ew, bereksê neteweperwerên ereb, fars û tirk, samaneka mezin a fikrî, siyasî nebûye da ku binemayeka epîstemolojîk û îdeolojîk ji bo xwe durist bike û alîkarî hindê di pêwenda “xwe’’ û “wî’’ de, diyardeyên dewrûberan têbigihe, yan cure keleheka fikrî û kulturî li hember êrîşên kulturî û siyasî yên neteweyên serdest ji bo xwe dabîn bike. Yanî neteweperweriya kurdî, ji ber van şert û mercên dîrokî, bi bêhêzî û tênegehiştina xwe ve nekariye sîstemeka fikrî-îdeolojîkî û epîstemolojiyeka taybet ji bo xwe hilberîne, ku ji xwe û pêwendiyên di gel “ên dîtir” û “wî’’ de, bi diyardeyên siyasî, îdeolojîk û kulturî ve saz bike, lê her hewl daye xwe li gel wan biguncîne. Bereksê wê, di hemî qadên xwe ve çavlidestî neteweperweriya neteweya serdest û ronakbîrên wan bûye. Ji sîstema fikrî-îdeolojîk ya wan ku berhema ezmûna civakên wan bûn, hinek çemk û tovên (toxim) epîstemîk û îdeolojîk wergirtine da ku rastiya civaka xwe pê ve biguncîne. 

Min berê di çend kitêb û nivîsarên din de îşaret bi neteweperweriya kurdî kiribû. Ev kitêba berdest birrek behs li xwe digire, di vî warî de hewldanek din pêk tîne. Dixwazim ronahî bixe ser hinek hêl û aliyên din yên neteweperweriya kurd, taybetî jî bi pêwendiyên digel kultura kurdî ve.

Dr. Refîq Sabir

Dr. Refîq Sabir, di sala 1950an de, li bajarê Qeladizê ji dayik bûye. Di sala 1974an de, beşa kurdî li fakulteya edebiyatê li Zanîngeha Bexdayê bi dawî aniye. Her ji sala 1969an û bi vir de, dest daye nivîsîna helbestan û di rojneme û kovarên kurdî de belav kirine. Ji sala 1982–1987an, beşa felsefeyê li Bulgaristanê xwendiye û şehadetnameya doktorayê wergirtiye. Heta niha bi dehan pirtûkên helbest, lêkolînên edebî û hizrî belav kirine.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Kultur û Neteweperwerî
Nivîskar / Yazar Dr. Refîq Sabir
Wergêr / Çevirmen Mustafa Gökkan
ISBN 9786259628073
Rûpel / Sayfa 160
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı You Frame Company
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,