Eyşem Jînda

Eyşem Jînda, di sala 1994an de li navçeya Diyarbekirê ya Çinarê li gundê Bîrabazin hatiye dinyayê. Ew bi eslê xwe ji Mêrdînê ye. Dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye. Dibistana navîn ji ber karê bavê xwe li navçeya Balıkesirê ya Manyasê xelas kiriye. Piştî wê vegeriyaye Diyarbekirê lîse û zanîngeh li wir xwendiye. Beşa Îlahiyatê xelas kiriye, piştre di dibistaneka taybet de qasî 3 salan mamostetî kiriye. Niha li Stenbolê dijî û bi perwerdehiya taybet, edîtorî û bi dersên zimanê kurdî re mijûl e.