Orhan Nûrî Amîl

Orhan Nûrî Amîl, di sala 1971an de li gundê Qelencuxê ya ser bi Çewlîgê ji dayik bûye. Li gund dibistana seretayî dûre li navenda bajêr dibistana navîn qedandiye. Herwiha li gel bavê xwe di medreseyê de perwerdehiya dînî wergirtiye. Amîl di sala 1991an de dest bi xebatên şoreşgeriyê kiriye, ji ber çalakiyên xwe 1993an de li Kırklareliyê hatiye girtin. Ew heya 1997an li girtî gehên Bayrampaşa û Umraniyeyê de zindanî bûye. Piştî salên girtîgehê di sala 2003an de berê xwe daye Ewrûpayê, li Hollanda, Belçika û Fransayê maye. Dîsa ji ber xebatên xwe yên siyasî ji hêla Interpolê ve hatiye girtin, çend mehek girtî maye. Piştî ku ji girtîgehê hatiye berdan têkiliya xwe ji xebatên rêxistinî biriye. Orhan Nûrî Amîl aniha li Fransayê dijî û li ser Şoreşa Bidlîsê xebatên lêkolînî dike. Mele Selîm û Parastina Wî Ya Li Dijberî Îttîhad û Terakkiyê yekem berhema wî ye.