Dê Ewledên Xwe Diavêjin


Ji roja yekem a ku min dest bi xebatên li ser meseleya Kurd û Kurdistanê kir û vir ve min ev yek bi eşkereyî got; dîroka Kurdan, divê ne ji aliyê kesên din ve; lê ji aliyê Kurdan bi xwe ve bi Kurdî bê nivîsandin. Ev ne tenê daxwazek e, di heman demê de mecbûriyeteke zanistî û exlaqî ye. Ji ber ku her ve gotina ku bi zimanê serdestan tê avakirin, nêrîna serdestan jî bi xwe re tîne. Heta ku Kurd, tişta ku aîdê wan e bi zimanê xwe û bi şahidiya xwe îfade nekin, wê dîroka wan kêm û çewt bimîne. 

Ji ber vê sedemê, bi salan min her heman bang li ciwanên Kurd kir; amûreke qeydkirinê bigirin destê xwe, herin gun dan, bi kal û pîran re biaxivin, şahidiyan qeyd bikin. Herin Agiriyê, herin Zîlanê, herin Sasonê, Dêrsimê... Tiştên ku li wir hatine jiyîn, hatine tepisandin, hatine bêdengkirin, li cihê wê guhdar bikin û belge bikin. Ji ber ku bîra vê erdnîgariyê, ne di arşîvên fermî de; di ziman, vegotin û bêdengiya şahidan de veşartî ye. 

Xebatên ku yek ji rêveberên Weqfa me, lêkolîner Nîhat Gultekin bi salan e li ser navenda Komkujiya Zîlanê û Berxwedana Agiriyê dimeşîne, bersiveke şênber a vê bangê ye. Xebatên li qadê yên ku nêzî panzdeh salan e tên meşandin, hevdîtinên dîroka devkî yên ku bi şahidan re hatine kirin, pirtûkên ku hatine weşandin û belgefîlmên ku hatine amadekirin, xebata pêşangehê... Ev giş, serpêhatî, şikestin û berxwedanên gelê Kurd hildidin binê qeydê û radixin ber çavan. Ev xebat, ji meraqeke akademîk zêdetir, bi hişmendiya berpirsiyariyeke dîrokî, bi Kurdî hatine kirin. Kurdî, hilgirê eslî yê vê dîrokê ye. 

İsmail Beşikci

Nihat Gültekin

Nihat Gültekin sala 1971an de li gundê Girberanê yê li ser navçeya Bazîdê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Girberanê, dibistana navîn û amadeyî jî li Bazîdê xwendiye. Piştî xwendina xwe du salan (1989-1991) li gundên Bazîdê wekîl mamostetî kiriye. Li Bazîdê di Komeleya Ehmedê Xanî de (Ehmedê Xanî Kültür ve Aydınlanma Derneği) sê salan serokatî kiriye. Bi Bahar Gültekin û pismamê xwe Mehmet Gültekin re tevayî pênc salan li ser Salnameya Ehmedî Xanî xebitiye û pênc pirtûk çap kirine. Di hin rojname û kovaran (Özgür Gündem, Yeni Özgür Politika, Doğubayazıt Halkın Sesi, Dilop, Kürt Tarihi, Kırık Saat, Kurdistan Chornicle) de nivîsên wî û di Kovara Nûbiharê de jî bi rewşenbîr û nivîskarên Sovyeta berê re hevpeyvînên wî hatine weşandin. Wekî din di qada înternetê de jî nivîsên wî di malperên bianet.org, kurdarastırmaları.com û bernamegeh.org de hatine weşandin. 

Nihat Gültekin di heman demê de, çêker û derhênerê sê belgefîlmên derbarê şahidên komkujiya Geliyê Zîlan bi navê “Tahir Nas, Esmanê Sor û Dîwarê Me Jî Hilweşandine” jî ye. 

Gültekin, endamê PENa Kurd e. Heman demê de Weqfa İsmail Beşikci de wek rêveber dixebite. Bi navê Rûbar Agirî kurekî wî heye. Nivîskar ji meha gulana sala 2014an vir de li Stenbolê dijî.



 

Berhemên Wî:

 
  • Bazid Cizre Buluşması, Belge, 2008

  • Barışa Adanan Bir Yaşam 1, Belge, 2009

  • Barışa Adanan Bir Yaşam 2, Belge, 2012

  • Salnama Ehmedê Xanî 2009, Belge, 2010

  • Salnama Ehmedê Xanî 2010, Belge, 2011

  • Salnama Ehmedê Xanî 2011, Belge, 2012

  • Salnama Ehmedê Xanî 2012, Belge, 2013

  • Salnama Ehmedê Xanî 2013, Belge, 2014

  • Kilam û Pênûs, Wezîrê Eşo, Lîs, 2018

  • Jîyaneke Li Pey ZanyarÎyên Kurdî, Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl, Lîs, 2019

  • Tahir Nas, Şahidekî Komkujîya Gelîyê Zîlan, Lîs, 2020

  • Esmanê Sor, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, DOZ, 2022

  • Dîwarê Me Jî Hilweşandin, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, DOZ, 2023

  • Salnama Ehmedê Xanî (5 cild), Tevî Mehmet û Bahar Gültekin. DOZ, 2024

  • Gotin Sar Bû, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan, DOZ, 2025

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Dê Ewledên Xwe Diavêjin
Nivîskar / Yazar Nihat Gültekin
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786258546163
Rûpel / Sayfa 336
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı Şemal Medya
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi -