Nihat Gültekin

Nihat Gültekin sala 1971an de li gundê Girberanê yê li ser navçeya Bazîdê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Girberanê, dibistana navîn û amadeyî jî li Bazîdê xwendiye. Piştî xwendina xwe du salan (1989-1991) li gundên Bazîdê wekîl mamostetî kiriye. Li Bazîdê di Komeleya Ehmedê Xanî de (Ehmedê Xanî Kültür ve Aydınlanma Derneği) sê salan serokatî kiriye. Bi Bahar Gültekin û pismamê xwe Mehmet Gültekin re tevayî pênc salan li ser Salnameya Ehmedî Xanî xebitiye û pênc pirtûk çap kirine. Di hin rojname û kovaran (Özgür Gündem, Yeni Özgür Politika, Doğubayazıt Halkın Sesi, Dilop, Kürt Tarihi, Kırık Saat, Kurdistan Chornicle) de nivîsên wî û di Kovara Nûbiharê de jî bi rewşenbîr û nivîskarên Sovyeta berê re hevpeyvînên wî hatine weşandin. Wekî din di qada înternetê de jî nivîsên wî di malperên bianet.org, kurdarastırmaları.com û bernamegeh.org de hatine weşandin. 

Nihat Gültekin di heman demê de, çêker û derhênerê sê belgefîlmên derbarê şahidên komkujiya Geliyê Zîlan bi navê “Tahir Nas, Esmanê Sor û Dîwarê Me Jî Hilweşandine” jî ye. 

Gültekin, endamê PENa Kurd e. Heman demê de Weqfa İsmail Beşikci de wek rêveber dixebite. Bi navê Rûbar Agirî kurekî wî heye. Nivîskar ji meha gulana sala 2014an vir de li Stenbolê dijî.



 

Berhemên Wî:

 
  • Bazid Cizre Buluşması, Belge, 2008

  • Barışa Adanan Bir Yaşam 1, Belge, 2009

  • Barışa Adanan Bir Yaşam 2, Belge, 2012

  • Salnama Ehmedê Xanî 2009, Belge, 2010

  • Salnama Ehmedê Xanî 2010, Belge, 2011

  • Salnama Ehmedê Xanî 2011, Belge, 2012

  • Salnama Ehmedê Xanî 2012, Belge, 2013

  • Salnama Ehmedê Xanî 2013, Belge, 2014

  • Kilam û Pênûs, Wezîrê Eşo, Lîs, 2018

  • Jîyaneke Li Pey ZanyarÎyên Kurdî, Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl, Lîs, 2019

  • Tahir Nas, Şahidekî Komkujîya Gelîyê Zîlan, Lîs, 2020

  • Esmanê Sor, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, DOZ, 2022

  • Dîwarê Me Jî Hilweşandin, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, DOZ, 2023

  • Salnama Ehmedê Xanî (5 cild), Tevî Mehmet û Bahar Gültekin. DOZ, 2024

  • Gotin Sar Bû, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan, DOZ, 2025