Esmanê Sor


Di van salan dawîn de der bareyê Komkujîya Zîlanê de çend lêkolîn û pirtûk li Tirkîyeyê hatine weşandin. Ev hemû bi Tirkî bûn. Lê belê nivîskar û lêkolînerê Kurd Nihat Gültekin niha çawa em li vir dibînin cara pêşîn ev dîroka bi Kurdî nivîsîye. Bi rastî dîroka Kurd divê bi Kurdî bê nivîsîn. Zimanê dîrokê jî tenê wiha dikare pêş de here. Nivîskar ev çend sal in li ser vê mijarê kar dike, bi dehan kesan re hevpeyvîn pêk anîye ku bûne şahidê vê komkujîyê. Hin kes ji wan, wekî nivîskar jî dîyar dike, di van salên dawîn de wefat kirine û xwe negihandine dîtina çapa vê pirtûkê. Qedera nivîsa devkî wiha ye. Gelek kesên salbuhûrî bi lez ji nav me bar dikin û diçin rehmetê. Ji ber vê, divê em destê xwe sivik bigirin û xwe bigihînin wan Kurdên ku bûne şahidê dîrokê û hê jî dijîn! Ji ber vê sedemê ev karê ku Nihat Gültekin pêk anîye hêjayî pesindayînê ye. Em navê vî nivîskarê Serhedî ji zû de dinasin. Der bareyê Serhildana Agirîyê û Komkujîya Gelîyê Zîlanê de xebatên Nihat Gültekin her berdewam in. Nihat Gültekin di 90 salîya pêkhatina Komkujîya Gelîyê Zîlanê de pirtûk û belgefîlmeke balkêş weşand (2020). Nivîskar pergalek da wan gotinên Tahir Nas, yek ji wan şahidên Komkujîya Gelîyê Zîlanê û di dawîyê de wekî pirtûkeke cihê weşand (Lîs, 2020). Ez hêvî dikim ku em ê di pêşerojê de gelek berhem û pirtûkên nû yên Nîhat Gültekîn bibînin û bi kêfxweşî bixwînin. Rohat Alakom

Nihat Gültekin

Nihat Gültekin sala 1971an de li gundê Girberanê yê li ser navçeya Bazîdê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Girberanê, dibistana navîn û amadeyî jî li Bazîdê xwendiye. Piştî xwendina xwe du salan (1989-1991) li gundên Bazîdê wekîl mamostetî kiriye. Li Bazîdê di Komeleya Ehmedê Xanî de (Ehmedê Xanî Kültür ve Aydınlanma Derneği) sê salan serokatî kiriye. Bi Bahar Gültekin û pismamê xwe Mehmet Gültekin re tevayî pênc salan li ser Salnameya Ehmedî Xanî xebitiye û pênc pirtûk çap kirine. Di hin rojname û kovaran (Özgür Gündem, Yeni Özgür Politika, Doğubayazıt Halkın Sesi, Dilop, Kürt Tarihi, Kırık Saat, Kurdistan Chornicle) de nivîsên wî û di Kovara Nûbiharê de jî bi rewşenbîr û nivîskarên Sovyeta berê re hevpeyvînên wî hatine weşandin. Wekî din di qada înternetê de jî nivîsên wî di malperên bianet.org, kurdarastırmaları.com û bernamegeh.org de hatine weşandin. 

Nihat Gültekin di heman demê de, çêker û derhênerê sê belgefîlmên derbarê şahidên komkujiya Geliyê Zîlan bi navê “Tahir Nas, Esmanê Sor û Dîwarê Me Jî Hilweşandine” jî ye. 

Gültekin, endamê PENa Kurd e. Heman demê de Weqfa İsmail Beşikci de wek rêveber dixebite. Bi navê Rûbar Agirî kurekî wî heye. Nivîskar ji meha gulana sala 2014an vir de li Stenbolê dijî.



 

Berhemên Wî:

 
  • Bazid Cizre Buluşması, Belge, 2008

  • Barışa Adanan Bir Yaşam 1, Belge, 2009

  • Barışa Adanan Bir Yaşam 2, Belge, 2012

  • Salnama Ehmedê Xanî 2009, Belge, 2010

  • Salnama Ehmedê Xanî 2010, Belge, 2011

  • Salnama Ehmedê Xanî 2011, Belge, 2012

  • Salnama Ehmedê Xanî 2012, Belge, 2013

  • Salnama Ehmedê Xanî 2013, Belge, 2014

  • Kilam û Pênûs, Wezîrê Eşo, Lîs, 2018

  • Jîyaneke Li Pey ZanyarÎyên Kurdî, Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl, Lîs, 2019

  • Tahir Nas, Şahidekî Komkujîya Gelîyê Zîlan, Lîs, 2020

  • Esmanê Sor, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, DOZ, 2022

  • Dîwarê Me Jî Hilweşandin, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, DOZ, 2023

  • Salnama Ehmedê Xanî (5 cild), Tevî Mehmet û Bahar Gültekin. DOZ, 2024

  • Gotin Sar Bû, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan, DOZ, 2025

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Esmanê Sor
Nivîskar / Yazar Nihat Gültekin
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786054765645
Rûpel / Sayfa 304
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 304
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı -
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,