Dîwarê Me Jî Hilweşandin


Celîlê Celîl; Nihat can ez te pîroz dikim, tu rêyekî rast da kar dikî. Serkeftin dixwazim”.

İsmail Beşikci; “Kitêbên bi wê rengi bên weşandinė baştir e. Piroz be.”

Mehmet Bayrak; “Piştî van tiştan dibêjim, vê xebata bi navê “Dîwarên Me Jî Hilweşandin, Komkujiya Geliyê Zilan- Berxwe- dana Agirî ya Nihat Gultekinê ku heta niha bi dehan karen girîng, mifadar kiriye, dê tevîneke bi nirx û watedar li vê kuliyatê zêde bike.”

Eskerê Boyik; “… Vê tevkujiyê, di havîna sala 1930 dest pê kir û berdewam bû heta koka xelkê wê deverê anîn. Gor salixiyên fermî wê tevkujiyê da 15 hezar evdê bê súc û gune nava çendeki da hatine qetilkirin. 24 gund kokbir bûn. Gundên Geliyê Zilan wêran kirin, şewitandin, bêruh kirin. Pirtûka Nihat Gültekin dîroka wê tevkujiyê ye. Min xwest analīzeke dirêj, berfireh binivīsim. Dilê min teyax nekir, wijdan temûl nekir derheqa wê weşîtiyê da dirêj binivîsim.”

Rohat Alakom; “Nihat Gultekîn ev çend sal in li ser mijara Komkujiya Zîlanê kar dike. Berê jî pirtûk û belgefilmekî wî derketibû. Érişên ku li vê geliyî qewimîne û gotinên şahidan rihê mirovan dicemidînin!”

Mehmet Gültekin; “Pîroz dikim, ew 15-20 salên dawî de kitêba heri baş. Pîroz dikim.”

Mehmet Sanrı; “Piştî komkujiya Geliyê Zîlan dewlet bi mawê 20 salan deverên komkujiyê qedexe dike; hîç rê nade kes vegere wan deveran an jî biçe li wan deveran bigere. Carekê kesek yê ji Zîlanê derdora hindek cihên komkujiyê dîwar dike, hawzek ya hafizayê çêdike dewlet wan dîwaran jî xera dike…”

Omer Delikaya; “Mamoste zanî dîroka devki bo me kurdan ji belgeyên fermî muhimtir in. Ez ê li benda xebaten te yên li ser Agiriyê jî bim. Belki ne îro lê siberoj wê qîmeta van xebatan bê zanin”.

Nihat Gültekin

Nihat Gültekin sala 1971an de li gundê Girberanê yê li ser navçeya Bazîdê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Girberanê, dibistana navîn û amadeyî jî li Bazîdê xwendiye. Piştî xwendina xwe du salan (1989-1991) li gundên Bazîdê wekîl mamostetî kiriye. Li Bazîdê di Komeleya Ehmedê Xanî de (Ehmedê Xanî Kültür ve Aydınlanma Derneği) sê salan serokatî kiriye. Bi Bahar Gültekin û pismamê xwe Mehmet Gültekin re tevayî pênc salan li ser Salnameya Ehmedî Xanî xebitiye û pênc pirtûk çap kirine. Di hin rojname û kovaran (Özgür Gündem, Yeni Özgür Politika, Doğubayazıt Halkın Sesi, Dilop, Kürt Tarihi, Kırık Saat, Kurdistan Chornicle) de nivîsên wî û di Kovara Nûbiharê de jî bi rewşenbîr û nivîskarên Sovyeta berê re hevpeyvînên wî hatine weşandin. Wekî din di qada înternetê de jî nivîsên wî di malperên bianet.org, kurdarastırmaları.com û bernamegeh.org de hatine weşandin. 

Nihat Gültekin di heman demê de, çêker û derhênerê sê belgefîlmên derbarê şahidên komkujiya Geliyê Zîlan bi navê “Tahir Nas, Esmanê Sor û Dîwarê Me Jî Hilweşandine” jî ye. 

Gültekin, endamê PENa Kurd e. Heman demê de Weqfa İsmail Beşikci de wek rêveber dixebite. Bi navê Rûbar Agirî kurekî wî heye. Nivîskar ji meha gulana sala 2014an vir de li Stenbolê dijî.



 

Berhemên Wî:

 
  • Bazid Cizre Buluşması, Belge, 2008

  • Barışa Adanan Bir Yaşam 1, Belge, 2009

  • Barışa Adanan Bir Yaşam 2, Belge, 2012

  • Salnama Ehmedê Xanî 2009, Belge, 2010

  • Salnama Ehmedê Xanî 2010, Belge, 2011

  • Salnama Ehmedê Xanî 2011, Belge, 2012

  • Salnama Ehmedê Xanî 2012, Belge, 2013

  • Salnama Ehmedê Xanî 2013, Belge, 2014

  • Kilam û Pênûs, Wezîrê Eşo, Lîs, 2018

  • Jîyaneke Li Pey ZanyarÎyên Kurdî, Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl, Lîs, 2019

  • Tahir Nas, Şahidekî Komkujîya Gelîyê Zîlan, Lîs, 2020

  • Esmanê Sor, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, DOZ, 2022

  • Dîwarê Me Jî Hilweşandin, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930, DOZ, 2023

  • Salnama Ehmedê Xanî (5 cild), Tevî Mehmet û Bahar Gültekin. DOZ, 2024

  • Gotin Sar Bû, Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan, DOZ, 2025

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Dîwarê Me Jî Hilweşandin
Nivîskar / Yazar Nihat Gültekin
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786054765904
Rûpel / Sayfa 376
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2023
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı -
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,