Morîkên Rojnivîskê


Dilop ji dilopê diqete 
Bi rê de 
Weke gewriya min di çilê havînê de 
Zuha dibe 
Dilop bi pey dilopê dikeve 
Zincîrek ji eynikan li ser pişta zinêr çêdibe 
Balinde jî li jorê temriya xwe li hember eynikê şeh dikin 
Dilop li pey dilopê bi lez dadikevin kortê 
Li wir 
Piçekê li benda hevalên xwe dimînin 
Da ku li dawiya civînê 
Bi vîn û hezkirin 
Bi hev re golekê damezrînin.

Majêd a Mihemed

Majêd a Mihemed, di sala 1972an de li gundê Gorda yê girêdayî navçeya Cindirêsê li herêma Efrînê ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya seretayî li gund, dibistana navîn li Cindirêsê xwend û lîse jî li bajarê Helebê bidawî kir, di pey re beşa ragihandinê li Zanîngeha Şamê qedand û piştî kirîza Sûriyê xwe li Tirkiyê girt û ji sala 2014an ve li bajarê Stenbolê dijî.

Berhemên wî:

  1. Morîkên Rojnivîskê, Pexşan, DOZ, Stenbol 2024.
  2. Gûşiyên Rezekî Bêçeper, Pexşan, DOZ, Stenbol 2025.
  3. Meqam Elhewa(erebî), Helbest, Weşanên Çinar, Stenbol 2016.
  4. Bikaranîna Pendên Kurdî di Civakê de, û çendîn berhemên din yên ku ji çapê re amade ne, herwiha derdora 500 gotarên wî yên curbicur di malperên erebî yên naskirî de hatine weşandin.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Morîkên Rojnivîskê
Nivîskar / Yazar Majêd a Mihemed
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259843636
Rûpel / Sayfa 144
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2024
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi DOZ
Berg / Kapak Tasarımı -
Navê Orjînal ê Berhemê / Eserin Orjinal İsmi ,