Majêd a Mihemed

Majêd a Mihemed, di sala 1972an de li gundê Gorda yê girêdayî navçeya Cindirêsê li herêma Efrînê ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya seretayî li gund, dibistana navîn li Cindirêsê xwend û lîse jî li bajarê Helebê bidawî kir, di pey re beşa ragihandinê li Zanîngeha Şamê qedand û piştî kirîza Sûriyê xwe li Tirkiyê girt û ji sala 2014an ve li bajarê Stenbolê dijî.

Berhemên wî:
  1. Morîkên Rojnivîskê, Pexşan, DOZ, Stenbol 2024.
  2. Gûşiyên Rezekî Bêçeper, Pexşan, DOZ, Stenbol 2025.
  3. Meqam Elhewa(erebî), Helbest, Weşanên Çinar, Stenbol 2016.
  4. Bikaranîna Pendên Kurdî di Civakê de, û çendîn berhemên din yên ku ji çapê re amade ne, herwiha derdora 500 gotarên wî yên curbicur di malperên erebî yên naskirî de hatine weşandin.